Here naverokê

Alabama

Alabama
State of Alabama Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Navê(n) din: 
Yellowhammer State (Dewleta tevşoyê zer); Heart of Dixie (Dilê Dixie); Cotton State (Dewleta pembû)
Dirûşm: 
Audemus jura nostra defendere (latînî)
li ser nexşeyê
Map
Alabama li ser nexşeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîşan dide
Alabama
Koordînat: 32°42′Bk 86°42′Ra / 32.700°Bk 86.700°Ra / 32.700; -86.700
ParzemînAmerîkaya Bakur Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê14 kanûna pêşîn 1819 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Merkeza îdarî
  • Montgomery (1846–)
  • Cahaba (1820–1825)
  • Tuscaloosa (1826–1846) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarKay Ivey (nirxa derbasdar a niha, 2017–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî135.765 km2 (52.419 sq mi)
Bilindahî
152 m (499 ft)
Nifûs
 (2024)
4.779.734[1]
DemonîmAlabamayî
Dem
  • UTC-6
  • Central Time Zone
  • America/Chicago Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperhttp://www.alabama.gov
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Alabama yek ji 50 eyaletên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye û yek ji eyaletên li herêma başûrê rojhilata Dewletên Yekbûyî ye. Alabama li bakur bi Tennessee re li rojhilat bi Georgia, li başûr Florîda û Kendava Meksîkê re û li rojava bi eyaleta Mississippiyê re cîran e. Alabama di nav 50 eyaletên Dewletên Yekbûyî de ji aliyê rûberê ve di rêze 30em de ye û ji aliyê nifûsê ve jî di rêza 24em de ye.[3][4]

Alabama ji ber teyrê eyaleta Alabamayê eyalet bernavkên Dewleta Yellowhammerê werdigire. Alabama wekê "Dilê Dixie" û "Dewleta Pembûyê" jî tê zanîn. Alabama xwedan erdnîgariya cihêreng e ku li aliyê bakur ve Geliyê Çiyayî ya Tennesseeyê û li başûr jî Kendava Mobilê cih digire ku bendereke girîng a dîrokî ye. Paytexta Alabamayê bajarê Montgomery ye û ji aliyê nifûs û deverê ve bajarê herî mezin jî bajarê Huntsville ye.[5] Bajarê eyaletê ya herî kevn bajarê Mobile ye ku ji aliyê kolonîstên fransî (Alabama Creoles) ve di sala 1702an de wekê paytexta Louisianaya Fransî hatiye damezrandin.[6] Ji aliyê siyasî ve Alabama wekê beşek ji Deep South, an "Bible Belt" tê zanîn ku Alabama dewleteke ku bi piranî muhafezekar e û bi çanda xwe yê başûrî tê zanîn. Li Alabamayê fitbola amerîkî, nemaze di asta zanîngehê de wekê beşek sereke ya çanda eyaletê ye.

Alabama di destpêkê de malavaniya gelek eşîrên xwemalî kiriye. Alabamaya îro heya ku fransiyan di destpêka sedsala 18an de bi dest xistiye heya sedsala 16an erdê spaniyan bû. Brîtaniyan di sala 1763an de erdê Alabamayê bi dest xistine heya ku careke din dîsa di Şerê Şoreşgerî yê Amerîkayê de winda kirine di destê birîtaniyan de maye. Spanya heya sala 1813an Mobile wekî beşek ji Spanyaya Rojavayê Florîdayê di destê xwe de girtiye. Di kanûna sala 1819an de Alabama wekê eyaleteke hatiye nas kirin. Di heyama berê şerê navxweyî de Alabama hilberînerek sereke ya pembûyê bû ku ji bo hilberîna pembûyê keda koleyên afrîkî-amerîkî bi berfirehî hatiye bikaranîn. Di 1861ê de eyalet ji Dewletên Yekbûyî veqetiya ku bibe beşek ji Dewletên Konfederal ên Amerîkî ku Montgomery wekê paytexta wê ya yekem hatibû ragihandin û careke din dîsa di sala 1868an de beşdarê Dewletên Yekbûyî bûye. Piştî Şerê Navxweyî yê Amerîkayê Alabama bi dehan salan tengasiya aborî dikişîne ku di warê çandinî û çend berhemên aboriyê de serêşê sereke ya aboriya dewletê bû. Mîna dewletên koleyên din ên berê, rêveberiya Alabamayê qanûnên Jim Crow ji dawiya sedsala 19an heya sala 1960an bikar aniye. Bûyerên ên wekî meşên Selma heta Montgomery dewlet di salên 1950 û 1960an de dike xaleke sereke yên tevgera mafên sivîlan.

Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn û piştî şer de, aboriya eyaletê bi pîşesaziyên nû ve cihêreng dibe û mezin dibe. Di sala 1960an de, damezrandina Navenda Firîna Fezayê ya NASA ya Marshall li Huntsville, bi pêşxistina pîşesaziya hewaya herêmî arîkariya mezinbûna aborî ya Alabama kiriye. Aboriya Alabama di sedsala 21-an de li ser otomotîv, darayî, tûrîzm, hilberîn, karên hewayî, derxistina mîneralan, lênihêrîna tenduristî, perwerdehî, firotina gelemperî û teknolojiyê ye.[7]

  1. ^ "Census - USA, 2024" [Serjimarî - DYA, 2024]. www.census.gov. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  2. ^ http://www.ngs.noaa.gov/cgi-bin/ds_mark.prl?PidBox=DG3595
  3. ^ "US States - Ranked by Population 2024". worldpopulationreview.com. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  4. ^ "Ranking Of U.S. States By Area - Beef2Live | Eat Beef * Live Better". web.archive.org. 17 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  5. ^ rarchibald, Ramsey Archibald | (12 tebax 2021). "Huntsville rockets past Birmingham in 2020 Census, now Alabama's largest city". al (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  6. ^ Thomason, Michael, edîtor (2001). Mobile: the new history of Alabama's first city. Tuscaloosa: University of Alabama Press. ISBN 978-0-8173-1065-3.
  7. ^ ""Alabama Occupational Projections 2008–2018"" (PDF).

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]