Makedonyaya Navîn (parêzgeh)
Makedonyaya Navîn | |
---|---|
Περιφέρεια Κεντρικής Μακεδονίας | |
Makedonyaya Navîn li ser nexşeyê | |
Koordînat: 40°42′Bk 23°0′Rh / 40.700°Bk 23.000°Rh | |
Dewlet | Yewnanistan |
Li beşa îdarî | |
Merkeza îdarî | |
Îdarî | |
• Şaredar | Apostolos Tzitzikostas (2013–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 18810.52 km2 (726.278 sq mi) |
Nifûs | 1.795.669 (2021) |
Dem | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Makedonyaya Navîn, (bi grekî: Κεντρική Μακεδονία, Kentrikí Makedhonía, [kedriˈki makeðoˈnia]) yek ji sêzdeh herêmên îdariyên Yewnanistanê ye. Herêm, ji beşa navendî û dîrokî ya Makedonyayê pêk tê û li herêmê bi qasî 1.9 mîlyon kes lê jiyan dike.[1]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêma Makedonyaya Navîn li bakurê Yûnanîstanê ye û bi herêmên Makedonyaya Rojava, Tesalyaya Başûr, Makedonyaya Rojhilat û Trakya ve girêdayî ye û li bakur li sînorên navneteweyî yên Yewnanistanê bi Komara Makedonyaya Bakur û Bûlgarîstanê ve hatiye dorpêçkirin. Aliyê başûr perav e û bi kendavên Thermaic, Toroneos, Singitic û Strymonic ve hatiye dorpêçkirin. Bajar û paytexta herî mezin a herêmê Selanîkê ye. Serres duyemîn bajarê herî zêde hêjmara niştecihên wî zêde ye. Li pey wê bajarên Katerini, Veria û Giannitsayê tê.
Makedonyaya Navîn bi erdnîgariya xwe deşt e û bi gelek çeman ve, hem di sektora seretayî de û hem jî di sektora navîn de gelekî pêşketî ye. Deşta herî mezin a Yewnanîstanê, li Makedonya Navîn e. Thessaloniki ku metropolê Makedonyayê ye, duyemîn bajarê mezin ê Yewnanîstanê ye. Çiyayên herî bilind ên herêma Makedonyaya Navîn çiyayên Olympus 2.918 m, Çiyayên Voras 2.524 m, Çiyayên Pierian 2.193 m, Çiyayên Vermio 2.065 m, û Çiyayê Athos 2,033 mîtro bilindahiya wan heye. Çemên mezin jî Halîakmon, Axîos, Loudiya û Galîkos (Echedoros) in ku hemû çem diherikin Kendava Termayê. Golên Koroneya, Volvi, Doiran û Kerkini li Makedonyaya Navîn e.
Bajarên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Parêzgehên Yewnanistanê
[çavkaniyê biguhêre]
| |
Nexşeya parêzgehên Yewnanistana îro |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 8 îlon 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 îlon 2015. Roja gihiştinê 7 sibat 2021.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |