Here naverokê

Pêvek:Bilêvkirin/r

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî

[biguhêre]

Di kurmancî de sê cûn R hene: r-ya nerm, r-ya zirav û r-ya qelew.

R-ya zirav û r-ya qelew herdu r-yên req in.

Nerm

[biguhêre]

R-ya nerm wek R-ya di van peyvan de ye:

  • agir, nerm, birin

R-ya nerm ti car nayê destpêka peyvê lê wek din li her dera peyvê dikare peyda bibe.

R-yên req (anku R-ya zirav û R-ya qelew) dikarin li herdera peyvê hebin.

R-ya zirav wek R-ya di van peyvan de ye: reng, rind, şerr, berrevan

R-ya qelew wek rêya van peyvan e: rast, reş, roman